image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do êvarî bi rêya telefonê bi Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn û Başûrê Asya û Neteweyên Yekbûyî Lord Tariq Ehmed re axivî.

Li gor zanyariyan, di pêwendiya telefonî de êrîşên van demên dawî yên bi ser Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêzanînên xwe ji Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê re gihand, ji ber tundî şermezarkirina êrîşên Komara Îslamî ya Îranê û her du aliyan, êrîşên Îranê weke binpêkirina eşkere ya serweriya welat bi nav kirin.

Di berdewamiyê de Lord Tariq Ehmed hevxemiya xwe ji bo canjidestdana welatiyên bêtawan di wan êrîşan de nîşan da û piştevaniya Brîtanyayê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî, dubare kir.

Herî dawî her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku di pêwendiyeke berdewam de bin.