image

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hezên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî roja Çarşemê ji medyaya Amerîkî re diyar kir û got, ji bo Amerîka erkeke ahlaqî ye pêşî li operasyoneke bejahî ya Erdogan dixwaze bike bigre.

Mazlûm Ebdî ji malpera Axios re da zanîn, li gor pêzanînên wan Tirkiyê ji komên bin kontrola xwe re gotiye, xwe ji operasyoneke bejahî re amade bikin.

Herwiha eşkere kir, rêveberiya Biden hîn jî dikare Erdogan qane bike ku dest ji operasyoneke wiha berde.

Ebdî destnîşan kir, “Me di şerê dijî DAIŞê de berdelên giran dan û pirtir ji 12 hezar şervanên me canên xwe ji dest dan. Em û gelê me bawer dikin ku erkeke ahlaqî li pêş Washington û hêzên din e ku malbatên wan şehîdan û gelê vê herêmê biparêzin.”

Di berdewamiyê de diyar kir, Tirkiye demek e hêdî hêdî amedahiya operasyonekê dike û niha hewil dide ku reaksîyona Amerîka û Rûsyayê bipîve.

Ebdî got, “Bi baweriya min ger ew bibînin ku ji hêzên mezin nerazbûneke xurt tuneye, wê çaxê ew ê dest bi operasyonê bikin. Lê, em dibînin ku bertekên heta niha têrî pêşîgirtina operasyoneke wiha nakin.”