image

PeyamaKurd – Parlamentera Kurdistanê diyar dike, piştî derbasbûna çar sal ji ser xiyaneta 16ê Cotmehê, PDKê serbilindî û hêvî li gel xwe ji bo Kerkûkê vegerand û teqez jî kir baca xiyanetê giran e û hindek ji xiyanetkaran niha hatine cemidandin.

Îro 16ê Cotmeha 2021ê Parlamentera Kurdistanê Lîza Kakeyî da zanîn: ‘‘Di Cotmeha 2017an de, bi plan darijandinekê ve hin kesan Kerkûk xistin şikestekî netewî, lê bi kefxweşî ve piştî derbasbûna çar salan bi deng û hîmeta Kerkûkiyên dilsoz ve di Cotmeha sala 2021ê de PDKê ku xwediyê rasteqîn ê doza Kurda vegeriya û li gel xwe jî serbilindî û hêvî vegerand Kerkûkê.’’

Herwiha diyar kir: ‘‘Baca xiyanetê giran e, li gor hinekan di 16ê Cotmehê de, wê pêgeha PDKê li Kerkûk û Kurdistanê lawaz kiriban, lê niha di xaniyekî 200 metrî de dest bi ser wan bixwe de hatiye girtin û hatine cemidandin. Hindek ji wan jî di vê hilbijartinê de ketin ber cezayê helwêstê Kerkûkiyên dilsoz.

Lîza Kakeyî eşkere kir: ‘‘Di encamê de PDK bû hêza serkeftî li Herêma Kurdistanê û temamê navçeyên Kurdistanî û bi taybet jî Kerkûka dil.’’