
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoyê, Serokomar û Serokwezîrê Ukraynayê, piştî ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê statuya berendamtiyê da Ukraynayê, îro 1ê Tîrmehê danezana hevpar a endamtiya tam a YEyê îmze kirin.
Serokomarê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy, di axaftina xwe ya parlamentoyê de ragihand: "Me îro wek nîşaneya yekîtiya hemû beşên hikûmetê, ji bo biryardariya Ukrayna ya endamtiya tam a stratejîk bo Yekîtiya Ewropayê, me danezana hevpar îmze kir.”
Zelesnkiy diyar kir ku ew niha di roja 115an a şer de ne û ew dê ji bo dostên wan ên Ewropî biryara xwe bileztir bidin, çi ji destê wan bê bikin.
Zelenskiy behsa destpêkirina muzakereyên endamtiyê kir û got, “Ala Yekîtiya Ewropa ya li vê salonê ya me hemûyan e. Remza hemû saziyên dewletê û erka wan e.”