image

PeyamaKurd-Li Zaxoyê, bi tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Merasîma Derçûna Efseran hat rêvebirin. Hat ragihandin ku di vê merasîmê de bi sedan pêşmergeyan payeyên efseriyê bi dest xistin.

Xuleya 27emîn a Akademiya Serbazî ya Zaxoyê, bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî û rayedarên pêwendîdar ên payebilind hat rêvebirin. Hat ragihandin ku di vê xula 27emîn de 499 pêşmergeyan, payeyên efseriyê bi dest xistine.

Beriya niha, di 22ê Gulanê jî xuleya derçûna Pêşmerge û Efseran a Koleja Serbazî ya 3yemîn a  Qelaçiwalan hatibû rêvebirin.