image

PeyamaKurd- Li navçeya Wanê ya Artemêtê ya Bakurê Kurdistanê, hevjînên bi navê Meqbule Ozer û Hadî Ozer hatin girtin. Hat ragihandin ku sedema girtina wan, alîkariya rêxistina PKKê hatiye nîşandan.

Li gorî agahiyên nûçeyên herêmî, di 24ê Tîrmeha 2918an de serdegirtin li mala Meqbûle Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer çêdibe û hevjîn, ligel zarokên xwe tên binçavkirin. Di derbarê hevjînan de ji ber alîkariya rêxistina PKKê, lêpirsîn tê vekirin. Piştî pêvajoya lêpirsînê bi dawî bû, 2 sal û 6 meh sizayê zindanê li hevjînan hat birîn û ew ji bo girtîgehê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku Dadgeha Înfazê ya Wanê, serlêdanên daxwazên serbestberdana parêzerên hevjînan red kirine.