image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nav girtîgeha Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê du girtî hatin bidarvekirin ku yek ji wan 70 salî bû.

Rêxistina mafên mirovan Hengawê eşkere kir, îro 27ê Çile danê sibehê li nav girtîgeha navendî ya Urmiyê 2 girtî hatin bidarvekirin.

Hat zanîn ku yek ji wan Mîr Sultan Emîrî yê 70 salî bûye ku bi tohmeta bazirganîkirina bi madeyên hişber û yê din ku navê wî nehatiye zanîn jî ji ber kuştina kesekî hatine bidarvekirin.

Mîr Sultan Emîrî xelkê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bû û kurê wî Şaryar Emîrî jî çend roj berê bi heman tohmetê hatibû bidarvekirin.