image

PeyamaKurd-Li soranê ji bo rêzgirtina Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, merasîma rêzgirtinê tê lidarxistin. Hat ragihandin ku peykerê Îsmaîl Beşîkçî, bi amadebûna Nûnerê Serok Barzanî, li Zanîngeha Soran hatiye danîn.

Rêveberiya Soranê, ji bo nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî, merasîma rêzgirtinê li dar xist. Hat zanîn ku ji bo merasîma danîna peykerê Beşîkçî, Nûnerê Serok Barzanî, Sîdad Barzanî jî amade bûye. Hat ragihandin ku piştî danîna peykerê Îsmaîl Beşîkçî ya li Zanîngeha Soranê, dê konferanseke bi sernavê ‘Beşîkçî û Teza Kurdistana Serbixwe’ were rêvebirin. Hat ragihandin ku Azad Cundiyanî, Îbrahîm Gurbuz, Dr. Îbrahîm Melazade û Dr. Îbrahîm Mehmûd jî tevlî konferansê dibin. Hat zanîn ku dê rûniştina duyemîn a konferansê, li Rewandûzê were domandin.

Hat diyarkirin ku piştî konferansê, dê bi merasîmekê navê Îsmaîl Beçîkçî li kolaneke herêma Şingilbanê ya Rewandûzê bê danîn.