image

PeyamaKurd-Li Rovajavê Kurdistanê, li bajarê Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve pevçûn çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama pevçûnê de hinek çekdar birîndar bûne.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di navbera grûpên çekdarên ên ser bi Tirkiyeyê ve pevçûnek çêbûye û di vê pevçûnê de çekdarên grûpan bi çekên asayî û yên giran êrîşî hev û din kiriye. Hat ragihandin ku di encama pevçûnê de hejmarek çekdarên grûpan birîndar bûne.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî, ji ber şerê navbera van grûpan, ziyan gihîştiye malên welatiyan.