image

PeyamaKurd – Li herêmên bin deshilatdariya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, îro 12ê Îlonê sala nû ya xwendinê dest pê kir.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ragihandiye ku ji bo sala xwendinê ya 2021-2022, îro 834,355 xwendekar li ser asta tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dae dibistanan.

Hat diyarkirin ku ji 5ê Îlonê ve rêveberiyên dibistanan amadekariyên ji bo sala nû ya xwendinê dest pê kiribûn.

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ragihandiye ku wê werzê yekem ê sala nû ya xwendinê ya 2021-2022 heta roja 16/01/2022 berdewam bike.

Nêzîkî 4,500 dibistan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene ku 1,876 dibistan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ne û yên din li deverên din in. 196,723 xwendekar li dibistanên herêma Cizîrê ne. Li tevaya dibistanên Rêveberiya Xweser 38,994 mamoste hene ku ji wan 15,969‪ mamoste li dibistanên Cizîrê ne.

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ragihandiye, îsal li herêma Cizîrê 19 dibistanên amadehî ji bo şaxên pîşeyî (bazirganî, pîşesazî, çandinî û tenduristî) hatine vekirin.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser, xwendekar bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî tên perwerdekirin.

Li aliyê din li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 38 dibistanên bi ser perwerdeya hikûmeta Sûriyê ve hene û li wan dibistanan xwendin bi rêbaz û materyalên xwendinê yên hikûmetê tê kirin ku hejmara xwendekaran li wan dibistnan jî derdora 25,000 xwendekarî ye.