image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê tevgereke siyasî ya nû bi navê “Tevgera Xwebûn” hat damezrandin ku serokatiya wê tevgerê jî siyasetmedarê Kurd Ebdulbaqî Yûsif dike.

Tevgera Xwebûn li bajarê Qamişlo roja Şemiyê 11ê Îlona 2021ê bi civîneke rojnamevanî damezrandina xwe ragihand û hat diyarkirin, ew ne partiyeke siyasî ne, lê pêwendiyên wan di meydana siyasî de wê berdewam bikin.

Endamên Tevgera Xwebûn eşkere kirine ku di vê rewşa aloz û zehmet de li Rojavayê  Kurdistanê, pêdivî bi lihevkirineke aliyên Kurdî heye.

Serokê Tevgera Xwebûn Tevgera Xwebûn Ebdulbaqî Yûsif daye xuyakirin: “Ne li ber çavê me ye bibin partiyeke siyasî. Em dixwazin ev tevger guhertineke siyasî û hizrî ava bike di civaka kurdî de. Di vê dema ku xelk dûrî tevgera xwe ya siyasî ketiye ji encama nakokiyên her du  hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê, em kar dikin îradeyeke azad û serbixwe, bibin xwedî biryara xwe, em dixwazin ku pêwendiyên me yên Kurdistanî hebin li ser bingeha rêzgirtina li hev.”

Tevgera Xwebûn diyar kiriye ku, ew ê bi mebesta pêşvebirina projeyên siyasî li deverê û serxistina diyalogên heyî di navbera aliyên nakok de bixebitin.