image

PeyamaKurd – Li Qamişloyê, Şêxekî êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan, piştî ku beşdarî civîna rawestandina êrişên çekdarên El-Dîfaa El-Wetenî li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, bi guleyan hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, yek ji rûspiyê êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan, piştî civîna bi çekdarên Dîfaa El-Wetenî re yên girêdayî Hikumeta Şamê, hat hedefgirtin.

Civîn bi armanca rawestandina êrişên çekdarên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlên li Qamişloyê hat lidarxistin.

Herwiha zanyarî didin zanîn, Hayis El-Ciriyan li pêşiya mala xwe ya li bakurê rojhilatê Nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişloyê, bi 3 guleyan hat armcakirin ku di bin kontrola çeteyên Dîfaa El-Wetenî de bû. Tevî ku El-Ciriyan rakirin nexweşxaneyê û hemû hewldanan bijîşkan, di berbanga îro de can da.