image

PeyamaKurd – Li Parlamentoya Kurdistanê îro bi amadebûna şandeke Hikûmeta Herêmê Kurdistanê, êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê li ser hêzên Pêşmerge tên gotûbêjkirin.

Li gor zanyariyan, di civînê de Wezîrê Pêşmerge, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran û Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yê bi wekalet beşdar dibin.

Di civînê de, êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê li ser hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û dabînkirina pêwîstiyên Pêşmerge wê bêne gotûbêjkirin.

Herwiha wê xwendina duyem ji projeyasaya (sererastkirina yasaya Wezareta Darayî û Aborî li Herêma Kurdistanê) re li gorî bendên (87, 88, 89) yên Peyrew Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê bê kirin û pêdaçûna Komîteya Darayî û Karûbarên Aborî ya derbarê dahatên Herêma Kurdistanê jî were pêşkêşkirin.

Di destpêka rûniştinê de, wê pêşwazî li kurê xanim Danielle Mitterrand, Gilbert Mitterand bê kirin û Seroka Parlamentoyê jî bixêrhatina xwe pêşkêş bike û paşê Gilbert Mitterrand wê gotarekê pêşkêş bike.

Îro ku 10 saliya koça dawiyê ya dosta gelê Kurd Danielle Mitterrand e û pêşangeheke wêneyên Danielle Mitterrand tê vekirin.