image

PeyamaKurd – Li rojavayê Neynewayê, emîrekî DAIŞê hat desteserkirin û hewleke teqandina bombeyekê li Bexdayê hat pûçkirin.

Li gor Rêveberiya Hewalgiriya Serbazî ya Iraqê, emîrekî DAIŞê ku Hevahengîkarê Dîwana Hozan a DAIŞê bû, li gundekî li rojavayê Neynewayê hate desteserkirin.

Herwiha Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê da zanîn, çekdarekî DAIŞê li Bexdayê hat desteserkirin ku bi niyaz bû bombeyekê li nava bazara Kazimiyê biteqîne.

Her girêdayî bi rewşa ewlehiya Iraqê ve, hejmarek çekdarên nenas li bajarê Nasiriye bi çekê (BKC û RPG) li polîsan reşandin, lê ti ziyanên canî rû nedan.

Piştî êrîşê jî hêzên ewlehiyê dest bi operasyoneke pişknîn û lêgerîna li wan çekdaran kir.