image

PeyamaKurd – Li Mêrsînê 9 kes di encama serdegirtinên malan de hatin desteserkirin. 

Li gor zanyariyan, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” daye destpêkirin de, îro bi ser gelek malan de hat girtin. Hat ragihandin ku di derheqê 10 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn û di encama serdegirtinan de 9 kes hatine desteserkirin. 

Hat zanîn ku Neslîhan Oruç, Devrîm Aydin, Bayram Çaglar, Selîm Ekîcî, Arîf Adali û Abdulhadî Bozan jî di nav de her 9 desteserkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.