image

PeyamaKurd – Parêzgeha Mêrdînê ji bo 2 hefteyan ragihandina qedexeya kirina çalakiyan kir. Di nav çalakiyan de civîn, ragihandina çapemeniyê, greva birsê, vegirtina konan, rûniştin, vekirina stendan, belavkirina belavokan, meş û hwd. hene.

Qedexe ji 29 ê mehê siet ji 00.01 ê destpêdike û heya 12 ê sibatê siet 00.00 ê dewam dike. Herkesê bixwaze an dezgeya bixwaze çalakiyekî bike divê ji hêzên asayîşê û parêzgehê îznê bistîne.