image

PeyamaKurd -  Li bajarê Kerkûkê ku di derveyê rêvebiriya herêma Kurdistanê de ye, hêzên hewayî yên artêşa Iraqê warekî mezin yê DEAŞ ê bobebaran kirin. Li ser bombebaranê tora medyayê ya Iraqê ragihand ku balafirên şer yên Iraqê li Kerkûkê li devera Wadî Şayê wargehekî mezin yê DEAŞ ê bobebaran kirine.

Tê gotin ku di wargehê de gelek cepilxane hebûne yên DEAŞ ê hebûne. Ev demekiye ji ber nebûna asayîşa deverên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de, dibin seha êrîşa DEAŞ ê û Pêşmerge û xelkê sîvîl yê Kurd qurbaniyan didin.