image

PeyamaKurd - Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) eşkere kir ku li Hesekê serkirdeyekî berê yê rêxistina terorîst DAIŞê hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Yekîneyên me yên taybet li Hesekê operasyonek pêk anî, di encamê de serçeteyekî herêmî yên berê di rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst de bû, girt. Ew operasyon di çarçoveya operasyonên girtin û serdegirtina şaneyên çalak û veşartî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên lidarxistin."

Hat diyarkirin ku operasyon bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Ii taxa Ezîziyê ya Hesekê hatiye lidarxistin û ew serkirdeyê DAIŞê hatiye girtin ku wî kesî mayîn û motorsiklêtên bombebarkirî vediguhestin Hesekê û herêmên din.

Herwiha hatiye gotin ku wî kesî endamên rêxistina DAIŞê vediguhestin, malbatên DAIŞîyên biyanî ji kampa Holê direvandin ku bixwe berê jî di rêxistina DAIŞê de emîr bû û destê wî di tawanên darvekirin û qetilkirina sivîlan de heye.

Hat diyarkirin ku ew serkirdeyê DAIŞ li ser banga tesmlîbûnê xwe radest kiriye û di mala wî de çek û amûrên teknîkî, leşkerî û hejmarek belge hatine desteserkirin.