image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komeke çekdar (Ciwanên Şoreşger) li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê endamekî Partiya Yekîtiya Kurdistanî (PYK) revand ku niha çarenivîsa wî nediyar e.

Çavkaniyeke ji PYKê ji K24ê re ragihandiye ku çekdarên ser bi PYDê ve endamê Rêxistina Hesekê ya PYKê Jîndar Berekat ji cihê karê wî revandine û ber bi cihekî nediyar ve birine.

Herwiha hatiye diyarkirin ku berî niha roja 19ê Kanûna 2021ê jî komeke çekdar narincokek avêtibû mala Jîndar Berekat.

Hêjayî gotinê ye, gelek caran koma bi navê Ciwanên Şoreşger a bi ser PYDê ve êrîşî ser ofîsên ENKSê û partiyên di nav de cî digirin dike û endamên wan jî rastî bûyerên êrîş û revandinê tên.