image

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê di çarçoveya têkoşîna li dijî şewba Koronaya nû (Covid-19) de biryarên nû stand.

Li gorî vê yekê, ji îro pê ve ji geştyarên xwemalî û biyanî yên ku tên Herêma Kurdistanê karta derzîlêdanê nayê xwestin.

Di çarçoveya biryarên nû de hat gotin ku bikaranîna maskeyan ji bilî saziyên tenduristiyê li hemû cihên giştî yên wekî cihên olî û xwaringehan vebijarkî ye.

Di belgeya biryara Wezareta Tenduristiyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku derzîlêdan di kêmkirina rêjeya enfeksiyonê de bi bandor e û diyar kir ku divê hemû wezaret û ewên ku di saziyên fermî û nefermî de kar dikin bên teşwîqkirin ku bên derzîkirin.

AIRPORT REMOVED TEST MERCED

Ji aliyê din ve Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar diyar kir ku ji îro pê ve kertên test û derzîlêdanê nayên bikaranîn.

Hoşyar ragihand, ji roja 1ê Kanûnê ve ji rêwiyan test û karta derzîlêdanê nayê xwestin.

Heta niha li balafirxaneyê ji kesên dihatin Hewlêrê kartên derzîlêdanê dihatin xwestin.

Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Iraqê jî ragihand, ji îro pê ve li balafirxaneyan pêwîstî bi kartên derzîlêdanê û testan nayê kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku di çarçoveya têkoşîna li dijî Kovîd-19ê de rêwîtî, anîna karta derzîlêdanê û maske hêsantir dibe.