image

PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê li taxa Rehîmawa bi bombeyekî destî êrîşê baregeha cîgirê serokê Parlementoya Iraqê Şaxewan Abdûllah kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de zerara maddî çêbûye lê zerara canî çênebûye.

Êrîşa ser baregeha Şaxewan Abdûllah dikeve piştî ku çend roj berê bi narîncokan êrîş biribûn ser baregeha grûba Hevpaymaniya Ezm û hêzên nêzîkê serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî.

Şaxewan Abdûllah di 9 ê mehê de bi piraniya dengên parlementerên Iraqê hatibû hilbijartin û bû cîgirê serokê parlementoya Iraqê.

Şaxewan Abdûllah namzedê PDK (Partiya Demokrata Kurdistanê) ê yê bajarê Kerkûkê bû û piraniya dengên bajêr bidest xistibû.