image

PeyamaKurd – Parêzgeha Hakkariyê 11 deverên bajarê Hakkariyê heya dawiya salê weka deverên taybet yên ewlehiyê hatin ragihandin. Ew dever li ser navçeyên Çelê, Derecîk, Şemzîna û Geverê ne.

11 dever bi sedema operasyonên bo ser PKK ê weka deverên taybet yên asayîşê hatin ragihandin. Îzna çûn û derketina ji 11 deveran bi hêzên asayîşê an ku bi leşker û rêvebiriya polîsan ve hat girêdan. Biryarên navçeyan wê qeymeqamî û parêzgeh bi hevre bimneşînin.