image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, ji bo parêzgarê bajarê Rihayê xaniyek tê çêkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, parêzgarê Rihayê Abdullah Erîn ku berpirsiya rêveberiyên bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê jî dane deshilata wî, heta niha du caran serdana Girê Spî kiriye.

Heman çavkaniyan diyar kiriye ku mala parêzgar li rojavayê avahiya dadgeha kevn a bajarê Girê Spî tê avakirin.