image

PeyamaKurd – Li navçeya Ercîş a bi ser bajarê Wanê du otomobil lihev ketin û paşî mînîbusekî jî ket nav qezayê û bi temamî 9 kes birîndar bûn. Ji ber qezayê trafîka nav bajêr serûbinê hev bû.

Paşî tîmên tendurstiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya bi navê Ridvan Çelik.Navên birîndaran nehat ragihandin.