image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê peykerê Newroz ê li navenda bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hilweşandin.

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn-Sûriye ragihand ku peykerê Newrozê yê li Meydana Newroz ji aliyê desthilata Tirkiyê ve li nav bajarê Efrînê hatiye jinavbirin.

Rêxistinê daye zanîn ku bi behaneya nûjenkirina wê meydanê peykerê Newrozê hatiye têkdan û navê Meydanê jî hatiye guhertin û Meydana Newroz ji aliyê desthilatên Tirkiyê ve bûye Meydana Selahedîn.

Hêjayî gotinê ye, ji dema dagirkirina Efrînê ve bi awayekî berdewam siyaseta guhertina demografîk li herêmê tê meşandin û deverên ketine bin deshilata Tirkiyê ji Kurdan û sembolên Kurdî têne paqijkirin ku vê yekê di raporê Neteweyên Yekbûyî de cî girtiye.