
PeyamaKurd - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, hejmarek çekdar ji koma Siltan Mûrad a girêdayî Tirkiyê cuda bûn.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Çavkaniyeke taybet ragihandiye ku hejmarek çekdar ji koma Siltan Mûrad a girêdayî Tirkiyê cuda bûn û komeke taybet bi xwe ragihandin. Li gor heman çavkaniyê, piraniya çekdarên ku ji Siltan Mûrad cuda bûne xelkê parêzgeha Humsê ne.
Li aliyê din Lîwaya Siqûr el-Kurd ku beşek ji grûpa el-Hemzat e, ciwanên Kurd ên herêma Efrînê tevlî rêzên xwe dike. Di nimayişeke serbazî de, ku medyaya el-Hemzat belav kiriye, hejmarek çekdar ji xuleke nû ya rahênanê der çûne.
Di daxuyaniyekê de, kesek bi navê Nebîh Mûsa Taha xwe wekî fermandarê Lîwaya Siqûr el-Kurd dide nasîn û dibêje ew amadekariyê dikin da ku rûbirûyê her êrîşekê li ser herêma Efrînê bibin.