image

PeyamaKurd - Li Kerkûk, Diyale û Tikrîtê hêzên ewlehiyê yên Iraqê, li dijî çekdarên DAIŞê operasyoneke heta deh rojan dewam dike didin destpêkirin ku ev operasyon bi hemahengîya ligel hêzên Pêşmerge pêk tê.

Li parêzgeha Kerkûkê bi dehan otomobîlên leşkerî yên artêşa Iraqê, li çar aliyên bajêr li benda fermanê ne, da ku dest bi operasyonên xwe yên li dijî çekdarên DAIŞê bikin. Ferman li wan hatiye dayîn ku bi hûrgilî cihên çekdarên DAIŞê bibînin.

Fermandarê li artêşa Iraqê Îmad Semîm ragihandiye, “Li gor zanyariyên îstixbaratî yên li sînorê me, li van cihan gumana me heye ku DAIŞ lê bin, bi taybetî bi şevan liv û tevgerên biyanî li van deran hene, gumana me ew e ku DAIŞa terorîst be.”