
PeyamaKurd – Li navçeya Xozat a Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 3,5 çêbû.
Li gor Serokatiya Daîreya Erdhejê ya girêdayî Serokatiya Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD diyar kir, îro di derdora seat 08:29an de li Xozat a Dêrsimê bi pileya 3,5 erdhejek çêbû.
Haerwiha hat ragihandin, ji ber erdheja di kûrahiya 7 kîlometreyan de heta niha tu ziyanên canî û madî nehatine eşkerekirin.
Rasatxaneya Kandîlliyê jî di derbarê erdhejê de daxuyanî da. Rasatxane mezinahiya pileya erdhejê wek 3,4 pîva û kûrahiya erdhejê jî wek 5,4 km diyar kir.