image

PeyamaKurd – Li Binxetê li Dêrika Hemko li gundê Mozelanê zarokekî Ereb ku bavê wî şivanê pezê heman gundiye, pezê xwe dibe ciyê perwerda sîlihan û hawanekî neteqandî dibîne. Hawanê bi xwe re dibe malê. Bê haya dê û bavê wan jê çêbibe, bi hawanê dileyîzin û hawan di destê wan de li malê diteqe.

Di encama teqînê de zarokên 7 û 9 salî di malê de dimrin û ji malbatê dê û bav, zarokekî 12 salî û 2 zarokên din ji xelkê gundin ku di wexta teqînê de di malê de bûn, birîndar dibin.

Ciyê perwerda sîlihan ji gundê Mozelanê bi nîv km yan dûre. Piştî teqînê birîndaran dibin nexweşxanê.