image

PeyamaKurd Li bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrezorê, DAIŞê êrîşî ser xaleke leşkerî ya şervanên HSDê kirin û di encamê de 7 tohmetbar hatin desteserkirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir,  êrîş ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞê ve bo ser xala Hindî ya HSDê hatiye kirin û piştre şer û pevçûn di navbera hêzên HSDê û êrîşkeran de derketiye û derdora nîv saetekê berdewam kiriye, pişt re ew kes ber bi cihekî nediyar ve reviyane.

Li aliyê din HSDê 5 kes li bajarokê Zîban, yek li gundê Teyb El-Fal û 7 kes li bajarokê Bisêre li parêzgeha Dêrezorê bi tohmeta endamtiya DAIŞê desteser kirin, bi vî awayî hejmara kesên ku ji aliyê HSDê ve di 3 rojan de hatine desteserkirin gihîşt 42 kesan.  

Piştî êrîşên DAIŞê li ser Girtîgeha Xiwêran a Hesekê, di 20ê vê mehê de, HSDê li gundên Dêrezorê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser dest bi operasyona desteserkirina endam û alîgirên DAIŞê kiriye.