image

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Çemçemalê ya bi ser parêzgeha Silêmaniyê de ragihand ku 21 kes li Çemçemalê bi nexweşiya Kolerayê ketine.

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Çemçemalê îro 27ê Hezîranê bi daxuyaniyekê eşkere kir, piştî testên li nexweşxaneyan hatine kirin, derketiye holê ku 21 kes bi nexweşiya Kolerayê ketine.

Hat diyarkirin ku piştî ku tîmên wan ava li mizgeftên qezaya Çemçemalê pişknîn kirine, derketiye holê ku ava wan ji bo vexwarinê nabe û madeya klor tê de nîne.

Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de, bi hezaran kes li derdora Silêmaniyê û navçeyên wê ji ber zikçûn û verişînê serî li nexweşxaneyan didin ku heta niha li ser hejmarek kesan nexweşiya Kolêrayê hatiye testpîtkirin.