image

PeyamaKurd –  Li Bulgarya endamên eşîra Begaran, bi kevir û daran êrîşî Kurdan kirin û di encama êrîşê de, hejmarek koçberên Kurd birîndar bûn.

Li Bulgarya komek xortên eşîreta Begaran, li kampa penaberan Xurmelî, êrîşî koçberên Rojavayê Kurdistanê kir.

Koçberekî xelkê Rojava ku li wê kampê dimîne daye zanîn, ciwanên eşîreta Begaran ku xelkê Dêrezorê ne, bi kevir, dar û beran êrîşî koçberên Rojava kirin ku li kampê dimîni.

Li gor wî ciwanê Kurd, di encama wê êrîşê de hejmarek ji koçberan birîndar bûn û ew niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Ciwanê bi navê Ebdulezîz Mihemed ku li kampa Xurmelî dimîne, diyar kiriye: “Derdora mehek û 15 roj in em li vir in, ev cara çarem e ku êrîşî me dikin. Bûye mesela 2004 a li Qamişlo. 50-100 kes kom dibin û êrîşî 2-3 kesan dikin.”

Ew ciwanê Kurd eşkere kiriye, derdora 200-300 ciwanên wê eşîra Ereb li kampê hene û li ser helwesta dezgehên ewlehiyê jî diyar kir, “Polîs dibîne ku şer jî heye, lê destwerdanê nake.”

Li ser rewş û nasnama birîndaran jî wî ciwanê Kurd destnîşan kiriye: “Birîna yekê, derbe di serî de ye û kesekî din jî hersê diranên wî yên pêşî hatine şikandin. Yek xelkê Qamişlo û yek jî xelkê Dêrikê ye.”

Ebdulezîz Mihemed li ser hejmara koçberên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê jî diyar kiriye: “Em derdora 50 kesî hene, nîvî malbat û nîvî bi tenê.”

Derbarê sedema şer jî Mihemed amaje bi wê kiriye, li ser her mijarekê dikarin pirsgirêkekê çêbikin “ji ber ku em Kurd in” û got, helwesteke wan li hember Kurdan heye.