.jpg)
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Sêrtê parêzgehê ji bo 15 rojan qedexeya kirina çalakiyan ragihand. Di cureyên çalakiyên hatine qedexekirin de ragihandina çapemeniyê, mîtîng, vegirtina konan, kampanya îmzayan, rûniştin, meş, vekirina stendan û çalakiyên weka wan hene. Herkesê an dezge û saziya bixwaze çalakiyekî bike divê îzna hêzên asayîşê û parêzgehê bistîne.
Qedexe bi sedema operasyonên artêşa Tirkiyê (TSK) ji 30 yê meha rêbendanê siet di 01.01ê de destpêdike û heya 13 sibatê siet 23.59an dewam dike.