image

PeyamaKurd - Li navçeya Elmali ya Antalya komeke nijadperestên Tirk ku ji 300 kesan pêk dihat, êrîşî malbata Kûrga ya karkerên demsalî kirin û ji ber êrîşê malbatê ji neçarî gund terk kirin.  

Li gundê Bayraklar ê navçeya Elmali, komeke nîjadperest ku ji 300 kesan pêk dihat, êrîşî karkerên demsalî yên ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê kirin.

Ji ber gef û êrîşên li dijî xwe, karkeran ji neçarî gund terk kirin.

Li gor karker Servet Kûrga têkildarî êrîşê ji Ajansa Mezopotamya re daye zanîn, 2 roj in nîjadperest êrişî wan dikin û wiha gotiye: "Do saet di 00.00'an de, êrîşî me kirin. Poz û parsûyên patronê me şikandin. Ji me re jî gotin: ‘‘Hûn Kurd in, xaka me terk bikin’’. Îro jî hatin êrişî me kirin. Niha em di bin kontrola cendirmeyan de ji gund tên derxistin. Me tu amûrek xwe jî negirt. Em diçin cem xizmên xwe yên li Elmaliyê."