image

PeyamaKurd – Ji ber bandora zêde ya berfê û mercên dijwar ên zivistanê, li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên zêdetirî hezar niştîngehan ji çûnûhatinê re hatin girtin.

Li gorî zanyariyên dawî, li bajarên Colemêrg, Bedlîs,Wan, Qers, Agirî, Erzirom û Mûşê rêyên 1383 gund û mezreyan hatiye girtin.

Rêveberiya Veguhestin û Rê ya Îdareya Taybet a Colemêrgê daye zanîn, ji şeva borî ve rêya 240 gund û taxan ji ber berfê hatiye girtin

Li Bedlîsê rêya 302, li Wanê rêya 272, li Agirî 174, li Qersê 16, li Erziromê 83 û li Mûşê jî rêyên 298 gundan ji çûnûhatina otomobîlan re hatine girtin.

Bandora barîna berfê li piraniya Bakurê Kurdistanê berdewam dike ku li bajarên Diyarbekir, Riha û Mêrdînê ji duh ve rêyên sereke hatibûn girtin ku îro ji nû ve vebûne.

Herwiha ji ber rewşa dijwar a zivistanê û berfa zêde gelek bûyerên trafîkê rû didin ku hişyariya wergirtina tedbîran tê dayîn.