image

PeyamaKurd – Li bajarên Mêrdîn û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, ji bo 15 rojan qedexeya her cûre çalakiyan hat ragihandin.

Parêzgariyên her du bajaran bi daxuyaniyên cuda eşkere kirin ku ji sibe 17ê Tebaxê roja Çarşemê heta roja Çarşema 31ê Tebaxê ji bo dema 15 rojan hemû cûre xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana konan, vekirina standan û çalakiyên wekî wan hatine qedexekirin.

Hat ragihandin ku biryara qedexeyê bi hincetên; prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawanan, parastina maf û azadiya xelkê, pêşîgirtina belavbûna koronayê hatiye dayîn.

Parêzgariyan diyar kiriye ku biryara qedexeyê çalakiyên fermî yên ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûra wan bê dayîn, li xwe nagire.