image

PeyamaKurd – Li Herêma operasyona ku Tirkiye li başûrê Kurdistanê dike ya bi navê Pençe-Kilitê, li devera operasyonê di navbera PKK ê û artêşa Tirkiyê de şer derket û çawîşê bi navê Nedim Korkmaz yê ku 25 saliye û ji devera Hakkariyê bi xwe ye, birîndar bû. Di encama birîndarbûnê de wî birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da. Li ser mirina Nedim Korkmaz rêvebirên leşkerî û îdarî yên bajêr xeberê dane malbata wî.

Nedim Korkmaz ne zewiciye û ji 4 biryaran birayê 2 ê ye. Malbata wî li Colemêrgê li taxa Gaziyê dimîne. Roja pêncşembê wê tûxaya Hakkariya ya çiya ya komandayê merasima cenaze bikin û wî li goristana taxa nû defin bikin.