image

PeyamaKurd Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê ji bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Şamo ji ber nexweşiyê li Enqerê tedawî dibe. Kurê Şêx Şamo li ser rewşa wî ya dawî diyar kir; tendirustiya wî ber bi başiyê ve diçe.

Şêx Şamo du hefte berê bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ket û çar roj in li Enqerê li nexweşxaneyê tedawî dibe.

Kurê Şêx Şamo, Nêçîr li Enqerê li nexweşxaneya ku bavê wî tê de ye eşkere kiriye; tendirustiya Şêx Şamo heta radeyekê baş e û gotiye: “Sînga wî ji Koronayê zerareke mezin dîtiye, lê ne bi wê şêweyê ku çareserî nebe, doktor bi hêvî ne û em hêvî dikin rewşa Şêx ber bi başiyê biçe.”

Herwiha destnîşan kiriye: “Bijîşk dibêjin ji bo tendirustiya wî hinek dem divê, tiştên pêwîst ew ê bikin û rewşa wî hêdî bi hêdî ber bi başbûnê ve biçe.”

Kurê Şêx Şamo spasiya Serok Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye û daye zanîn; ew rewşa Şêx Şamo dişopînin û tiştên pêwîst ji bo çareseriya tendirustiya wî texsîr nekirine.