image

PeyamaKurd - Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 6 mehên destpêkê yên sala 2022yan de, zêdetirî milyonek geştiyaran serdana bajarê Hewlêr û derdora wê kiriye.

Di daxuyaniya Wezareta Şaredarî û Geştûgarê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hat gotin: “Hejmara geştiyarên navxwe û parêzgehên Iraq û welatên biyanî ji bo Herêma Kurdistanê zêde bûye û di heyama 6 mehên borî de 1 milyon û 117 hezar û 395 geştiyaran serdana bajarê Hewlêr û derdora wê kirine. Li gor berê rêjeya geştiyaran sedî 15 zêde bûye û ew zêdebûn berdewam jî dike.”

Hat diyarkirin, “Kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca curekirina çavkaniyên dahatê, bi awayekî baştir nirx dide sektora geştûguzar û pêşxistina wan sektoran û ji bo wê jî gelek pêngavên çaksaziyê û asankarî di berjewendiya vê sektorê de avêtine. Ev yek jî bûye sedem ku bandor li ser bilindbûna hejmara geştiyaran bibe.”

Hêjayî gotinê ye, li gorî amaran li sînorê rêveberiya giştî ya geştûguzar a Hewlêrê di heyama 6 mehên sala 2022yan de 1 milyon û 117 hezar û 395 geştiyarên navxwe û parêzgehên Iraq û biyanî serdana Hewlêr û derdora wê kirine ku ji wan 238 hezar 531 geştiyar biyanî ne.