image

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-Jin ku dema erka wî bi dawî bû ji bo xatirxwestinê serdana parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw kir.

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-Jin, di serdana xatirxwestinê de got: “Ez ti carî Hewlêr û dostên vî bajarî ji bîr nakim. Hewlêr wê her tim di dilê min de bimîne.”

Kwang-Jin ji bo pêwendî, hemahengî, hevkarî û asankariyên ku di dema erka wî de hatine kirin spasiya parêzgarê Hewlêrê kir û wiha axivî: “3 salên dawîn ên ku min li Hewlêrê derbas kir, salên herî xweş yên jiyana min bûn. Ez ti carî Hewlêr û dostên vî bajarî ji bîr nakim. Hewlêr dê her tim di dilê min de bimîne. Îro jî ji ber ku ez ji we vediqetim, xemgîn im.”

Umêd Xoşnaw jî got, Konsolos Kwang-Jin di dema erka xwe de gelek xizmetên siyasî, çandî û hunerî pêşkêşî Hewlêrê kirine û wiha axivî: “Koreya Başûr 17 sal in nûnertiya xwe ya dîplomatîk li Hewlêrê heye. Di vê demê de we nîşan da ku hûn dostên me yên rasteqîn in. Ji ber ku hûn ji nav me vediqetin em jî xemgîn in. Ji bo erk û xebata we yên nû serkeftinê dixwazin.”

Xoşnaw plaketeke ku tê de Hewlêrê bi bîr dixe pêşkêşî Konsulê Koreya Başûr kir.