image

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek bi navê “Hamid Feqîhî”, ji ber ku li ser sînorê Newsûdê ji bilindahiyê ve ket xwarê, bi giranî birîndar bû.

Li gor Ajansa Nûçegîhaniya “Kurdpa”yê belav kiriye “Kurdpa”yê daye zanîn, ew kolbere di dema kolberiyê de tûşî wê bûyerê bûye û serê wî bi awayekî dijwar birîndar bûye.

“Hamid Feqîhî”, ji bo tedawiya pizîşkî birine nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemê 22yê Rezberê, kolberek bi navê “Jiyan Elîpûr”, xelkê gundê “Bêjwê” ê ser bi bajarê Serdeştê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê de, can da.