image

PeyamaKurd – Mistefa Kazimî li ser êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê peyamek belav kir diyar kir: “Hêzên Pêşmerge di nav sîstema berevaniya Iraqê de ne. Ev êrîşa nerewa bêyî tolstendineke dadwerane ji terorîstên DAIŞê re namîne”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê peyamek belav kir û di peyama xwe de dibêje: “Divê rêzên xwe yek bixin û li hember terorîstên DAIŞê bêxem nebin. Me bi girîngiyeke mezin çavdêriya êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser gundê Xidir Cîce yê nêzîk Çiyayê Qereçûxê kir. Ev êrîşa nerewa bêyî tolstandineke dadwerane ji terorîstên DAIŞê re namîne.”

Mistefa Kazimî eşkere kir, hêzên Pêşmerge di nav sîstema berevaniya Iraqê de ne û diyar kir: “Hêzên Pêşmerge mil bi milê birayên xwe yên li hêzên çekdarên din ên Iraqê kar dikin bo dabînkirina asayîşa bajar û navçeyên cuda.”

Herwiha Kazimî tekez kir û destnîşan kir: “Terorîst, piştî gurzeke mezin li wan ket, bi şêwazên cuda hewl didin karên nerewa bikin.”

Di êrişa şeva borî (02.12.2021) ya DAIŞê ya ser bi gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.