image

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve hat ragihandin ku 400 kesên ji malbatên rêxistina terorî ya IŞÎDê, ji bo rojhilatê Dêrazorê hatin şandin.

Hat ragihandin ku karwana 400 kesî, ji 77 malbatan pêk tê. Li gorî agahiyên giştî yên ji aliyê berpirsên kampê ve hatin ragihandin, heta niha 24 karwanên malbatên endamên rêxistina IŞÎDê û koçberên Dêrazorê li Kampa Holê ji bo navçeyên wan hatine vegerandin.

Hat zanîn ku vegerandina wan malbatan, bi navbênkariya serokeşîrên Ereb û Encûmena Sivîl a Dêrazorê pêk tê.

Li ser mijara ku malbatên terorîstên IŞÎDê li navçeyên wan bên vegerandin, biryar di 10ê Cotmeha sala 2020an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû dayîn. Hat ragihandin ku ji wê rojê heta niha, bi giştî 50 karwan malbatên IŞÎDê ji bo Dêrazor, Reqa û Minbicê hatine şandin.