image

PeyamaKurd – Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapıcıoglu, di serdana bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê de, civînek li dar xist û derbarê hilbijartinên Tirkiyê û tifaqan de helwesta partiya xwe eşkere kir.

Zerekya Yapicioglu li ser îhtimala hilbijartineke pêşwext bal kişand ser kêmbûna demê û betlaneya parlamentoyê û got, “Bi qenaeta min, êdî piştî vê saetê hilbijartina pêşxwex ji rojevê derketiye. Heger biryareke wiha bê standin ew jî encex beriya dema hilbijartinên asayî yên 2023yan bi du mehan dibe. Heger biryarek bê wergirtin jî herî zû di mehên biharê de dibe.”

‘Ti soz û rêkeftineke me bi aliyekî re nîne’

Yapicioglu li ser helwesta partiya xwe ya bo tifaqên hilbijartinan wiha axivî: 

“Vê kêliyê HUDA-PAR ne di nava ti tifaqê de ye. Ti sozeke ku daye tifaqekê û ti rêkeftineke wê bi aliyekî re nîne. Lê ev nayê wê wateyê ku wê HUDA-PAR di nav ti tifaqekê de cî nestîne. Ez vê nabêjim. Em ne di nav lêgerîna tifaqan de ne. Lê pêşniyareke tifaqê were em dikarin tê de cî bigirin. Eger li gorî prensîb û berjewendiyên me yên em pê bawer dikin be, em ê bi desteyên pêwendîdar ên partiyê re binirxînin. Piştî me biryara xwe da jî em ê ji raya giştî re ragihînin.”