image

PeyamaKurd –Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, hişyarîyek belav kir ku tê gotin, şaneyên rêxistina terorîst DAIŞê plana êrîşekê li ser girtîgeha Elaya a li Qamişlo dikin.

Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin, şaneyên DAIŞê hewl didin ji êrîşên Tirkiyê yên ser herêmê sûde bistînin û wê derfetê jî ji bo êrîşan bikar bînin ku niha agahî hatine bidestxistin ku plana êrîşekê li ser girtîgiha Elaya ya hejmarek zêde DAIŞê tê de girtî ne dikin.

Hat ragihandin, ligel êrîşên Tirkiyê, agahî hatine bidestxistin ku şaneyên DAIŞê amadekariya êrîşan li ser Navenda Dad û Çeksaziyê ya li Elaya a Qamişlo dikin û hatiye gotin, tedbîrên pêwîst ji bo êrîşên muhtemel hatine girtin.

Di daxuyaniya nîvîsgehê de herwiha ji hêzên navdewletî yên li Sûriyê kar dikin hatiye xwestin, li hember êrîşên Tirkiyê ku bandorê li ser têkoşîna dijî DAIŞê dike helwestên cidî nîşan bidin.