image

PeyamaKurd – Komkara Erebî û Erebistana Siûdî, êrîşa doh 28ê Îlonê ya Îranê li nav Herêma Kurdistanê bi ser baregehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê de, şermezar kirin.

Berdevkê Komkara Erebî Cemal Ruşdî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa Îranê şermezar kir û ragihand, ew hemû binpêkariyên Îranê yên wekî vê êrîşê li ser serweriya Iraqê red dikin.

Ruşdî herwiha daxwaz kir ku Îran li gorî qanûnên navdewletî û cîrantiya baş rêzê li Iraqê bigire û diyar kir, wê Komkara Erebî li dijî hemû gef û binpêkirinan bi Iraqê re di nav hevkariyê de be.

Li aliyê din Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî jî êrîşa Îranê ya ser axa Herêma Kurdistanê ku li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên PDKİ, Komele û PAKê hatibû kirin, şermezar kir.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku ew her cûre êrîşên gefê li ser ewlehî û îstiqrara Iraqê çêdikin red dikin.

Di êrîşa bi moşek û dronên bombekirî ya rejîma Îranê de, li gorî zanyariyên dawî 13 kes şehîd bûne û nêzî 60 kesan jî birîndar bûne.