image

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, piştrast kir ku di encama êrîşa SÎHAyên Tirkiyê de li Kelar a Başûrê Kurdistanê, Cîgirê Hevserokê Encûmena Tenfîzî ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Çelebî (Şîbil) hatiye kuştin.

Da daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku yek ji wan kesên ku li Kelarê otomobîla wan hatiye armanckirin, navê wî Ferhad Çelebî ye û Cîgirê Hevserokê Encûmena Tenfîzî ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku ji bo çend pişkinîn û çareseriya bijîşkî werbigre, çûye Silêmaniyê.

Li aliyê din Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî derbarê kuştina Ferhad Şîbil de daxuyaniyeke sersaxiyê belav kiriye û gotiye, “Em sersaxiya malbata şehîd, hevrê û gelê xwe dixwazi û piştrast dikin ku em yeqîn in ku keda şehîd dê bibe destpêka hemleyeke nû ya li ser rêya rêxistinkirina girseyî û siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

HSD gotiye: "Hedefgirtina şehîd Ferhad ji aliyê dagirkeriya Tirk ve reftarê wê yê sûcdariyê li dijî têkoşer û gelê me nîşan dide. Her wiha rewabûna têkoşîna siyasî, leşkerî û civakî ku gel û hêzên me li hember êrişên dagirkeriyê û dijminahiya wê ya mayînde rave dike."

Hêjayî gotinê ye, roja înê Dije Terora Kurdistanê ragihandibû ku li gor zanyariyan, otomobîleke ji cûreya jeep li nêzîkî sayloya Kelarê ji aliyê balafireke bêmirov a artêşa Tirkiyê ve hatiye armanckirin ku kesên tê de çekdarên PKKê bûne.

Li aliyê din medya Tirk jî belav kiriye ku serkirdeyekî PKKê bi navê Ferhad Şîbil di wê êrîşa SÎHAyan de hatiye kuştin.