image

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, îro Duşemê 27ê Hezîranê li ser êrîşên moşekî yên bi ser Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Fraksiyona PDKê diyar kir, mijara armanckirina Herêma Kurdistanê bi moşekên Katyusha, pêwîstiya wê ya bilez bi hevahengiyeke kûr di navbera Bexda, Hewlêr û civaka navdewletî de heye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di zincîreyeke tawankar a sîstematîk li dijî Herêma Kurdistanê de, komên gumanbar bi moşekên Katyusha êrîşî jêrxaneya Herêma Kurdistanê dikin, da ku tevlîheviyê bikin û welat di nava alozî û nearamiyê de bihêlin. Ji ber ku komên wiha ji serweriya yasayê ditirsin û di nava alozî û qeyranan de dijîn.”

Fraksiyona PDK diyar kir: “Bêguman ew kesên li pişt van kiryarên tirsonek in, nikarin xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê Iraqê bikin, ji ber vê yekê jî ew ji şaristanî û pêşketina aborî, çandî û medenî ya ku Herêma Kurdistana Iraqê tê de ye ya ku di encama siyaseta aqilane ya serkirdayetiya wê de hatiye aciz in.”

Di daxuyaniyê hat destnîşan kirin: “Armanckirina Herêma Kurdistanê bi moşekên Katyusha, pêwîstiya wê bi hevahengiyeke kûr di navbera Bexda, Hewlêr û civaka navdewletî de heye. Ji ber ku her kesên li pişt van kiryarên tawankar in, dixwazin peyaman bigihînin kompanyayên sermayeguzariyên navdewletî ku Iraq jîngehek e veberhênan lê nabe ye.”

Fraksiyona PDKê di dawiyê de jî da xuyakirin: “Divê çareyên rîşeyî bên dîtin ji bo valahiya di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û hêzên Pêşmerge de li seranserê sînorên di navbera Herêmê û parêzgehên Iraqê de heye, bê dagirtin, bi taybetî jî li herêmên ku di van demên dawîn de li dijî herêmê û binesaziya wê êrîş hatibûn kirin, ji bo rê li pêş van êrîşan were girtin û aliyên li pişt wan jî werin desteserkirin.”