image

PeyamaKurd – Rêvebiriya asayîşa Ankara beşa têkoşîna li hemberê terorê bi sedema ku têkiliyên wan bi PYD/YPG ê re heye, 3 gumanbaran girtin. Dewlet dibêje ku her sê kes di nav PYD/YPG ê de li Sûriyê perwerda çekdarî dîne û piştî îfadên wan girtine, wan birine dadgehê.

Dadgeh kesên bi navên E.E., C.H.E., H.A. ku biyanîne, ji bo wan biryara zîndanîkirinê da û wan şand zîndanê.

Di lêgerînan de, dokumanên ku ketine dest, hatine lêkolîn û tesbît kirine ku di dokumanên weka video û wêneyan de, her sê kes hatine perwerdekirin.