image

PeyamaKurd - Malpera ‘Bazên Zagrosê’ derbarê êrîşa şeva borî ya ser qereqoleke hêzên Îranê li bajaroka Dizê ya devera Mirgewerê de ku bi ser bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ve ye, daxuyaniyek belav kir.

Bazên Zagrosê ku li dijî Îranê şer dikin di daxuyaniya xwe de ragihand: “Şeva Pêncşemê 11ê Tebaxê Bazên Zargrosê li bajaroka Dizê ya ser bi devera Mirgewer êrîş kirine ser “pasgaha Qezayî ya Mirgewer” ya hêza serkutker a Komara Îslamiya Îranê.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Rola fermande û kirêgirtiyên di vê binkeya rejîmê de, di azardana xelkê Dizê û deverê de heye. Ev binkeya rejîmê bi sedema cihê taybetî yê cografî û pêkahateya siyasî û civakiya bajaroka “Dizê ya ser bi devera Mirgewer” her ji destpêka şoreşa Îslamî ve, girîngiyek taybet pê hatiye dayîn û bi berdewamî hêzên bêrehm û kurdkuj tê de cih digirin.”

Herwiha Bazên Zagrosê diyar kiriye ku piştî êrîşa ser qereqolê çekdarên rejîmê bi qasekî tirsiyane û heta sibêhê nekarîne ji binkeya xwe derkevin.